Li Amedê herî kêm 110 kes hatine girtin
Li gor jêderên nûçeyan, piştî lidarxistina ahenga Newrozê ya li Amedê, hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li dijî organîzatorên ahenga mezin a Newrozê operasiyonên binçav kirinê destpê kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku heta niha 110 kes ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine binçavkirin û lêpirsîn ji wan tê kirin.
Ji aliyeke din ve jî heman siyaset li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê yaku ji aliyê artêaşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin didome û jiber ku Newroz pîroz kirine herî kêm 100 welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatine girtin.
