Serok Barzanî ji ber koça dawî ya tekoşerê gelê kurd Mihemed Xalid Boselî peyamek belav kir
Roja 24.03.2023yê Serok Mesûd Barzanî peyamek ji ber koça dawî ya Mihemed Xalid Boselî yê Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê madalya ya Barzanî yê nemir belav kir.
Peyama Serok Barzanî waha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û Dilovan
Bi xem û kovaneke mezin ve xebera koça dawî ya tekoşer û xebatkarê gelê me û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Mihemed Xalid Boselî geheşte min.
Mihemed Xalid Boselî qehremanekî gelê Kurdistanê ye û nimûneya qurbanîdan û newestandinê bû û peyv têrê nakin em pênasa fedekariya wî mirovê berxwedêr bînin ziman. Mihemed Xalid Boselî bavê şehîdeke qehreman jî bû û hemû jiyana xwe di nav tengaviyê de û ji bo xema doza gelê xwe cuda kir û ji destdana wî ziyaneke mezin e.
Serxweşiyê li malbat û meriv û kesûkarên xwedê jê razî û hemû tekoşerên Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim.
Daxwaza min ji xwedayê mezin ewe ruhê xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.
Ana illa û Ana Al ya raciûn
Mesûd Barzanî
24.03.2023
