• Friday, 15 May 2026
logo

HRE: 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Gulan Media March 23, 2019 Nûçe
HRE: 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
çar çalakî pêk anîne û 10 cîhadî kuştine
Navenda Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanên wan li herêma Efrînê dagirkirî û derdorê wê artêşa Tirk û komên çete yên ser bi wê ve bi çalakyên bi bandor derb dikin.

Li gor daxuyaniya han yaku duhê înê hatiye weşandin, hêzên ser bi HRE di rojên 20 û 21 adarê de li Efrîn û Ezazê çend çalakî li dijî artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê pêk anîne.

Di encama çalakiyên han de herî kêm 10 cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê ve hatine kuştin û 6 cîhadiyên din jî birîndar bûne.


K24
Top