Xelkê Mûsilê pêşwazî li biryarên Herêma Kurdistanê dikin
Şewket Cibûrî li ser medyaya civakî gotiye: “Kesên resen in û xwedî helwesta pir şanaz in, dema tu bajarên Kurdistanê û sîstema birêvebirina wan dibînî, dizanî ku ew hêjayî dewletê ne, Xweda Kurdistanê û gelê wê biparêze.”
Rehîme Nueymî dibêje: “Spas bo Herêma Kurdistanê û gelê wê, helwesta wan hêjayî şanaziyê ye di asta xelkê Mûsilê de.”
Luey Mihemed diyar kiriye: “Gelek spas, helwesta pir bi şanazî ji sala 2014an heta niha, Xweda we biparêze.”
Karvedanên niştecihên Mûsilê û deverên din naverast û başûrê Iraqê li ser helwesta Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam in û di pêngava herî nû de hejmarek ji Kurd û Erebên Neynewa li ber Parêzgariya Duhokê civiyan û spasî û pêzanînê xwe arasteyî Herêma Kurdistanê kirin.
Niştecihê Mûsilê Ebdulezîz Gergerî diyar kir: “Duh dema ku serkirdetiya Kurd li Herêma Kurdistanê nûçe bihîst, Birêz Nêçîrvan Barzanî demildest 22 ambûlans şandin, 12 wesayît ji Duhokê û 10 wesayît jî ji Hewlêrê. Ev ji bilî vekirina nexweşxaneyan ji bo qurbaniyan û herwiha şandina tîmeke taybet ji avjenîzanan ji Duhokê. Em spasiya wan dikin, ev ji bilî sersaxî û nîşandana hevxemiyê bo xizmên qurbaniyan û daxistina Ala Kurdistanê ku wateyeke wê ya gelek mezin heye û em hêvî dikin ku ewên din ji vê fêm bikin.”
Roja pêncşemê 21ê Adarê di roja ewil a Newrozê de belemeyek li girava geştyarî ya li devera Xabat a Mûsilê li ser çemê Dîcleyê kete bin avê û di encama bûyerê de heta niha termên zêdetirî 100 kesan ji nav avê hatine derxistin û hejmareke mezin jî winda ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî xizmên qurbaniyên bûyerê kir û hemû alîkarî û piştevaniya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lêqewimiyan nîşan da.
Herwiha Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji ber qurbaniyên bûyerê, şîna giştî ragihand û çalakî û pîrozbahiyên fermî yên cejna Newrozê dan sekinandin.
Rudaw
