• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5,6 erdhejekê rûda

Gulan Media March 24, 2023 Nûçe
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5,6 erdhejekê rûda

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê  Kurdistanê di demjimêra 06:16 xulekan de erdhejekê bi pileya 5,6 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li bajarê Xoyê bi hêza 5,6 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 06:16 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Hat diyarkirin ku navenda erdhejê, 29 kîlometre dûrî navçeya Elbak a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

 

K24

Top