• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsê baskê Mûsilê yê PDKê behsa nerazîbûnên xelkê bajar dike

Gulan Media March 23, 2019 Nûçe
Berpirsê baskê Mûsilê yê PDKê behsa nerazîbûnên xelkê bajar dike
Berpirsê baskê PDKê yê Mûsilê behsa bûyera noqbûna keştiya rûbarê Dîcle dike û li hember vê yekê behsa nerazîbûnên xelkê Mûsilê yê piştî bûyerê kir.

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Mûsilê Îsmet Receb ji BasNewsê re ragehand, xelkê Mûsilê gelek nîgerane li ser vê bûyerê. Xelk gazindan dikin ji hikûmeta xwecihî ya Mûsilê. Berî vê bûyerê jî xelkê daxwaz kirk u hin berpirsên îdarî li Mûsilê ji kar bên dûrxistin. Piştî azad kirina Mûsilê hata naha ti tiştek nehatiye kirin ji aliyê xizmetê. Gendelî di hemû saziyan de zêde ye. Bûyera roja Newrozê pêkhat jî bandorek mezin li ser xelkê kir.

Îsmet Receb got, xelkê Mûsilê bêzarin û her berpirsekî hikûmetê û dewleta Iraqê serdana wan bike, li dijî wî radiwestin. Ji ber wê ew xwepêşandanên li dijî serokkomar û parêzger hate kirin, beşeke ji wan nerazîbûnên xelkê Mûsilê û li gor wan temamê berpirsên Iraqê ji vê bûyerê berpirsyar in.’’

Herwaha got: ‘’Ew cîhê geştyariyê beşeke ji berhemanîna sektora taybet. Ji ber wê piştî bûyerê polîsê Iraqê berpirsê wî cîhê geştyariyê û 11 kesên din girtiye.’’

Receb got, bendewarî hene di wan çend roje de biryarên zelal derbarê rewşa Mûsilê û îdareya bajar de bên dayîn û eger ew biryar neyên dayîn, dibe ku nerazîbûnên xelkê bajar berfirehtir bibin.

Îsmet Receb got, PDK piştevaniya daxwazên xelkê Mûsilê dike û hikûmeta herêma Kurdistanê jî piştevanê xelkê Mûsil e.

Basnews
Top