• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirkiye gundekî Zaxoyê topbaran kir

Gulan Media March 23, 2019 Nûçe
Tirkiye gundekî Zaxoyê topbaran kir
Peyamnêrê K24ê li Zaxo da zanîn, îro danê sibê topxaneya artêşa Tirkiyê gundê Şeransê ya sînorî topbaran kir û di encamê de gelek ziyanên madî gihîşt gundiyan.

Derbarê topbaranê de gundiyekî gundê Şeransê ji K24ê re ragihand, îro demjimêr 5:00 cibê topbaran destpê kir û topek li pêş mala min ket û teqiya, xweşbextane em hemû sax in, lê ziyanên mezin gihîşt xanî û otombîlan.

Got jî: Tirkiye bi sedema hebûna gerîlayên PKKê vî sînorî topbaran û bombebaran dike, lê PKKê ne li nava gund in, ta Tirkiye gund topbaran bike.

K24
Top