• Friday, 15 May 2026
logo

Macron: Ez her dem li cem gelê Kurd bûm

Gulan Media March 23, 2019 Nûçe
Macron: Ez her dem li cem gelê Kurd bûm
Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser pirsyareke Rûdawê ya derbarê rola Fransayê di têkbirina DAIŞê de diyar kir: “Ez her dem li cem gelê Kurd bûm û dixwazim ew dilniya bin ku em dê bi hev re şerê dijî DAIŞê bi dawî bikin.”



Emmanuel Macron da zanîn ku em di şerê dijî DAIŞê de di demên dawî de ne û Fransa panbendî parastina asayiş û ewlehiya gelê Kurd e.



Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî li Brukselê ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron pirsî: “Silav serok, ez Kurda Iraqê me, we çendîn car em dîtin, îro Newroza Kurdan e û ew cejna Newrozê pîroz dikin, hûn dizanin Kurd li dijî DAIŞê şer kiriye, peyama we ji bo gelê Kurd çi ye?”



Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir: “Ez her dem li cem gelê Kurd bûm û tu pabendbûna min dizanî taybet bi hevpeymanên me ku li dijî DAIŞê şer dikin. Destpêkê ez dixwazim ku ew dilniya bin ku em dê bi hev re dawî li şerê dijî DAIŞê bînin, ku niha di demên dawî de ne û piştre em pabend in bi parastina asayiş û temamê ewlehiya wan. Bêguman li Iraqê li gor destûra wê ya niha û li Sûriyê jî bêguman ku min çend car gotiye û razî me jî bi biryara Amerîkayê û herwiha li ser hemû herêmê.”

Rudaw
Top