• Friday, 20 February 2026
logo

HRW: Kuştina 4 sivîlên Kurd li Cindirêsê berdewamiya binpêkirinên ji 5 salan ve ye

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
HRW: Kuştina 4 sivîlên Kurd li Cindirêsê berdewamiya binpêkirinên ji 5 salan ve ye

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) bang li Tirkiyê kir ku lêpirsînê derbarê kuştina 4 welatiyên Kurd li Cindirêsê di şeva Newrozê de bike û dest ji piştgiriya komên çekdar berde.

Rêxistina Human Rights Watch di raportekê de ragihand, endamên komên çekdar ên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, di 20ê Adara 2023an de li bajarokê Cindêrisê gule li malbateke Kurd ku cejna Newrozê pîroz dikirin reşandin û di encamê de 3 bira û kurê yekî ji wan hatin kuştin, her wih 3 kesên din birîndar in ku rewşa yekî ji wan giran e.

 

K24

Top