• Friday, 20 February 2026
logo

Plasschaert : Meha pîroz a Remezanê ji bo misilmanên cîhanê meha aştî û xwedêperestiyê ye

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
Plasschaert : Meha pîroz a Remezanê ji bo misilmanên cîhanê meha aştî û xwedêperestiyê ye

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert bi boneya hatina meha Remezanê li pîrozbahî li misilmanên Iraqê kir.

Jeanine Plasschaert li ser Twitterê nivîsî: “Meha pîroz a Remezanê meha aştî û xwedêperestiyê ye ji bo misilmanên cîhanê.”

Amaje bi wê jî kir, “Di vê mehê de, malbat û heval têne ba hev ji bo nirxên xwe yên hevpar ên lêborîn qenciyê xurt bikin.”

Jeanine Plasschaert dibêje: “Malbata Netewên Yekgirtî li Iraqê bi boneya hatina vê meha pîroz, germtirîn pîrozbahî li hemû misilmanên Iraqî dike.”

 

 

Top