Zêdetirî 120 term ji çemê Dîcleyê hatine derxistin
Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand: “Heta niha termên 120 kesan hatine derxistin û Rêveberiya Polîsê Hawarçûnê dibêje ku nêzîkî 70 kes hêj termên wan ne diyar in.”
Peyamnêrê me ku çûye ser belemeya ku noqî avê bûbû, ragihand: “Kesên ku heta niha li termên qurbaniyan digerin, xelk û xizmên qurbaniyan in û îdareya bajêr û hikûmeta Iraqê, hewldaneke wan a cidî tine ye ji bo dîtina terman. Ev jî hers û nerazîbûneke mezin bi xwe re aniye.”
Li gor gotina Peyamnêrê Rûdawê, 9 kes hatine desteserkirin, bi taybetî serperiştyarên giravê ku di destpêka bûyerê de reviyabûn û li Duhokê ji aliyê asayişa Kurdistanê ve hatin desteserkirin, ev jî karvedaneke baş li nav xelkê Mûsilê bi xwe re anî, bi taybetî ragihandina şîna giştî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, bûye cihê dilxweşiya xelkê Mûsilê.
Rudaw
