• Thursday, 19 February 2026
logo

Balyozê Îsraîlê ji Urdinê tê derxistin

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
Balyozê Îsraîlê ji Urdinê tê derxistin

Jiber daxuyaniyên wezîrê darayî yê Îsraîlê balyoz tê derxistin.

Li gor çapemeniya Erebî, îro parlementoya Urdinê weke nîşandana bertek li hember daxuyaniyên wezîrê darayî yê Îsraîlê ku, beriya çend rojan îdîa kiribû ku, tiştek bi navê gelê Felestînê tuneye, civîneke bilez lidar xist.

Di civînê de parlementoya Urdinê bi piraniya dengan deng li ser derxistina balyozê Îsraîlê li vê welatî da.

Weke tê zanîn Urdin jî yek ji wan welatane ku, di çarçoveya rêkeftina Îbrahîm de li gel Îsraîlê têkiliyên xwe normal kiribû.

Top