• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Erdexanê rêya ku 3 meh û nîve ji ber berfê girtîbû hat vekirin

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
Li Erdexanê rêya ku 3 meh û nîve ji ber berfê girtîbû hat vekirin

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê rêya ku ev 3 meh û nîv e ji ber berf û pûkê girtîbû hat vekirin.

Rêya di navbera Erdexan-Ardanuç, ku parêzgehê bi herêma Behra Reş ve girêdide 3 meh û nîv bûn ji ber berf û pûkê ji çûnûhatinê re girtî bû.

Tîmên girêdayî Rêveberiya Rêyên Bejayî yên herêmê roja Çarşemê 22ê Adara 2023an kar û xebatên vekirina rê temamkirin û rê ji çûnûhatinê re hat vekirin.

Li gor zanyariyan nêzîkî hefteyekê ye tîmên peywendîdar li cihê ku bilindahiya wê 2 hezar û 581 metre ye karê paqijkirina berfê dikin û ev kar hat bidawîkirin.

Rêya ku hatiye vekirin ji 3ê Kanûna 2022an û heta niha girtî bû.

 

Rudaw

Top