Dr. Beşîr Hedad: Em rê nadin bûyera Mûsilê bi asanî derbas bibe!
Dr Beşîr Hedad di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Bi armanca pêdaçûna li ser bûyera noqbûna keştiya geştyariyê û serxweşiyê ji malbatên qurbanan re me serdana Mûsilê kir.’’
Herwaha ragehand: ‘’Em nûnerên hemû Iraqiyan in. Nûnerê xem û êşa nin. Tişta li Mûsilê pêkhat û noqbûna keştiya geştyariyê û xeniqanîna zêdetirî 100 kesan, em dixwazin di pêngava yekem de ew bûyer bi asanî neyê derbas kirin. Pêwîste pêkanîn û îcraat li hember wan kesan bên kirin ku, bêxem bûn û bûyerekî waha wek karesata mirovî ya mezin re bûn sedem.’’
Dr. Beşîr Hedad got: ‘’Em îro ji bo wê hatin ku ji nêzîk ve agahiya me ji rewşa xelkê hebe. Me soz jî da ku roja yekşema bê karê me yê li rûniştina parlamentoya Iraqê dê meseleya wê lijneyê be ku bo rastiyên li parêzgeha Mûsilê aşkera bike û ew lijneyek wisa bê pêkanîn.’’
Basnews
