• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî: Daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku meha Remezana pîroz ji bo hemû aliyan bibe hêvana xêr, bereket û ronahiyê

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
Serok Barzanî: Daxwaz ji Xwedayê mezin dikim ku meha Remezana pîroz ji bo hemû aliyan bibe hêvana xêr, bereket û ronahiyê

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz peyamek belav kir û tê de ragihand, pîrozbahî li mislimanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: Ji Xwedêyê mezin hêvîdar im, meha Remezanê bibe hêvana xêr û bereket û ronahiyê ji bo her aliyekî.

Peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedêyê Dilovan ê Mîhreban

Bi boneya hatina meha Remezanê ya pîroz, pîrozbahiyê li milslimanên Kurdistanê, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedêyê mezin dawakar im îbadet û niza û rojiyên hemûyan qebûl bike û meha Remezanê ya pîroz bibe hêvana xêr, Bereket û ronahiyê bo her aliyekî ye.

Mesûd Barzanî

29ê Şeibanê 1444

22ê Adara 2023

 

K24

Top