• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya meha Remezanê

Gulan Media March 23, 2023 Nûçe
Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya meha Remezanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, ji Xwedayê mezin û mîhreban hêvî dike ku meha pîroz a Remezanê, bibe havêna xêr û xweşî û xweşguzeranê ji bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya hatina meha pîroz a Remezanê, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim.

Ji Xwedayê mezin û mîhreban hêvî dikim, ku dua û nimj û rojiya her kesî qebûl bike û meha Remezanê, bibe havêna xêr û xweşî û xweşguzeranê ji bo Herêma Kurdistanê û cîhanê bi giştî.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî

 

Top