• Friday, 15 May 2026
logo

Serokwezîrê Îraqê daxwaza jikar der xistina parêzgarê Mûsilê dike

Gulan Media March 23, 2019 Nûçe
Serokwezîrê Îraqê daxwaza jikar der xistina parêzgarê Mûsilê dike
Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di nameyek de ku bo Serokê civata parêzgeha Neynewayê ( Mûsilê) nivîsandiye, daxwaz kiriye daku Parêzgarê Mûsilê û Cîgirê vî li ser kar werin dûrxistin.

Ebdulmehdî nivîsandiye ku belge di destê wan de heye ku li Mûsilê gendeliyên mezin hatine kirin û pere û samanên giştî bo berejwendiyên taybetî hatine bikaranîn lewre daxwaz kiriye daku Parêzgar û Cîgirê vî jikar werin dûrxistin.

Weke tê zanîn ku roja Pêncşemê li Mûsilê di nava ava Dîcleyê de belemek binav ketibû û herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dabûn.

Top