Nêçîrvan Barzanî serexweşî li parêzgarê Musilê kir
Di wê peywendiya telefonî da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan û çareserkirina birîndaran û her mihtaciyeka din, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku waliyê Duhok û waliyê Hewlêrê hatîne raspartin ku alîkariya xelkê Mûsilê bikin.
Parêzgarê Mûsilê sipasiya hevxemî û lêpirsîna Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wî bi xwe û bi rêya wî wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du waliyên Hewlêr û Duhokê berheviya Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên bûyerê nîşan daye û got ku her ev yek ji Serokwezîr û Herêma Kurdistanê dihat çaverêkirin.
Waar.tv
