• Friday, 20 February 2026
logo

Babacan: Berbijêriya Erdogan nehiqûqî ye

Gulan Media March 22, 2023 Nûçe
Babacan: Berbijêriya Erdogan nehiqûqî ye

 Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Ali Babacan ragihand, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan nikare bo cara sêyem bibe berbijêrê Serokkomariyê û ev nehiqûqî ye.

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan di bernameyeke televîzyonî de derbarê rojeva Tirkiyê û hilbijartinan de axivî. Babacan got: “Em dê li dijî berbijêriya Erdogan serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind bidin.”

Babacan dibêje: “Piştî ku birêz Erdogan serî li berbijêriyê bide, em dê bêjin ku `ev ji aliyê hiqûqî e ne pêkan e.` Ji ber ku ev heyama duyemîn a Erdogan e. Hemû hiqûqnasên partiya me wiha dibêjin. Piraniya hiqûqnasên Tirkiyê jî wiha difikirin. Ji ber ku `ev ne pêkan e, li dijî destûrê ye` em ê jî daxwaznameya xwe pêşkêş bikin. Lê ne zehmet e, ku mirov pêşbînî bike dê Komîsyona Hilbijartinê çi biryarê bide. Bi egereke mezin dê bêje, `tiştekî wiha nîne. Îdiaya birêz Erdogan rast e. Sala 2017an sîstem hatiye guhertin û hincetan bibîne.”

Babacan got: “Em ê bi nivîskî serî lê bidin. Eger em vê yekê nekin, tê wê wateyê ku me ji aliyê hiqûqî ve tiştê pêwîst nekiriye. Eger em nekin, em erka welatîbûnê bicî naynin.”

 

Rudaw

Top