Erdogan bi zimanê Kurdî cejna Newrozê pîroz kir
Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê twitterê bi zimanê Kurdî cejna Newrozê pîroz kir.
Erdogan peyama xwe de diyar kiriye: “Cejna Newrozê ku mizginiya hatina biharê dide me, ji bo me hemû cudahiyan ji holê radike. Ez Cejna Newrozê ya ku tê wateya xwedîderketina paşeroj û pêşêroja me ya di nav yekîtî û bihevrebûnê de pîroz dikim.”
Herwiha diyar kir: “Ez hêvîdar im ku cejna bereketê Newroz, ji bo miletê me yê ezîz dê xweşî û başiyê bîne û hemû hemwelatiyên xwe bi dilekî germ silav dikim.”
Rudaw
