• Thursday, 19 February 2026
logo

Soylu: Hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihişte 20 kesan

Gulan Media March 21, 2023 Nûçe
Soylu: Hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dane gihişte 20 kesan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, di lehiya 15ê Adarê ya li parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê de hêjmara kesên canê xwe ji dest dayîn gihişte 20 kesan.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, Wezîrê Gencîne û Darayî Nureddin Nebatî û Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahit Kirişçi 20ê Adarê li Navenda AFADê ya Rihayê derbarê lehiya li Riha û Semsûrê çêbûyî de daxwiyanî dan.

Di daxwiyaniyê de Soylu ragihand, termê keça sal û nîvî Zynep Zumra Tekdal ku li Semsûrê bi dayîka xwe re di lehiyê de winda bibû hatiye dîtin û bi vî awayî hêjmara kesên di lehiyê de canê xwe ji dest dayîn gihişte 20 kesan.

Roja Çarşemê 16ê Adara 2023an li beşek ji parêzgehên erdheja 6ê Sibatê ya Bakurê Kurdistanê û  li çend parêzgehên din  piştî bareneke zêde lehî rabibû û  bi sedan mal û kon di bin avê de mabûn.

 

Rudaw

Top