• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr daxwazek pêşkêşî YNK kir

Gulan Media March 21, 2023 Nûçe
Serokwezîr daxwazek pêşkêşî YNK kir

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Newrozê de behsa YNK dike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî weşand ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna Newroz û sersala nû ya Kurdî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşa navxwe, kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîdan û enfalkiriyan dikim. Hêvî dikim di nava xweşî, şadî û aramî de rojên cejnê derbas bikin.

Di heman demê de daxwaz ji welatiyan dikim di dema seyran û geştan de paqêjiya jîngeha bedev ya Kurdistanê biparêzin. Herwiha pêbendî rênimayiyên hatûçûnê bin û bûrbin ji tunajoyî.

Cejna Newrozê sembola yekgirtin, yekrêzî, serkeftin û azadiya Kurdistanê ye, di vê minasebetê de tekez li ser tebayî û hevhelwestiya xelkê Kurdistanê dikin û bo parastina destkeftin netewî û berevanî kirin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê. Herwiha bi vê minasebeta han bo berejwendiyên giştî û nehêştina dilgiraniya welatiyên hêja û afirandina rewşeke aram daxwaz ji birêz Cîgirê Serokwezîr û tîma wezarî ya Yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê dikim ku, piştî bi dawî hatina rojên cejnê, vegerin bo civînên civata wezîran daku, tevahiya kêşeyan di cîh û pêgehên fermi yên xwe de werin giftûgokirin û bihev re hewl bo xizmet kirina zêdetir ya xelkê Kurdistanê û cîhbicîh kirina karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bidin.

Cejna Newrozê li tevahiya we pîroz be û Kurdistan hertim di nava aramî û pêşkeftinê de be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Top