Ji Demirtaş peyama Newrozê
Hevserokê berê yê HDPê û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demirtaş, bi Kurdî û Tirkî peyama Newrozê belav kir.
Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê, îro 20ê Adarê peyameke pîrozbahiya Newrozê belav kir.
Demirtaş di peyama xwe de bi Kurmancî û Zazakî jî Newroz pîroz kir.
Demirtaş got: “Îsal şîna me heye, em di nav hevkariyê de ne, lê helbet berxwedana me heye, em di Newozê de ne. Bi hêviya azadî, aştî û aramiyê… Newroz pîroz be! Newroz pîroz bo! Newroz kutlu olsun!”
Rudaw
