Ji ber cilên Pêşmergeyan nehîştin ku zarokê 5 salî bikeve qada Newrozê
Li Stenbol a Tirkiyê di ahenga Newrozê ya duh de polîsan bi hinceta ku cilên Pêşmergeyan li xwe kiriye rê nedan ku zarokekî 5 salî bikeve qada Newrozê.
Zarokekî 5 salî yê Kurd li bajarê Stenbolê bi cilûbergên Kurdî ji bo pîrozkirina Newrozê hatiye. Polîs jê re dibêjin cilên Pêşmergeyan li ber te ne û rê nadin wî. Parlamenterê HDPê Musa Pîroglu dixwaze wî derbas bike, lê cardin rê nadin. Ew zarok piştî hewildanên parlamenterê HDPê derbasî cihê Newrozê bû û yekem wêne jî bi wî re girt. Pîroglu derbarê vê helwêsta hêzên ewlakriya Tirkiyê ya di Newrozê de ji Rûdawê re axivî.
Parlamenterê HDPê Musa Pîroglu anî ziman, “Zarok ligel bavê xwe hatibû. Daholek jî ligel bû. Em ligel polîs axivîn got em naxin hindir. Gotin nikare bi van cilan bikeve hindir. Gotin ev cilên Pêşmerge ne. Me ji wan re got ev cilên herêmî ne. Cardin gotin em naxin hindir. Piştre gotin hûn dikarin zarok ligel dayika wî ji deriyek din derbas bikin. Lê cardin dahola wî nexistin hindir. Bê tehemilya desthilatê li hember rengên Kurdan, cil û bergên wan heye. Hewriha li ser hebûna wan jî. Ji xwe bêtehemilliyek li hember pîrozkirina Newrozê bi xwe jî hebû û piştî Newrozê nêzîkî 200 kesan hatin desteserkirin.”
Polîs rê nadin xortekî Kurd li bajarê Kocaeliyê bi kumê kesk û sor û zer derbasî qada Newrozê bibe. Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergelîoglu aciz e û nerazîbûnê li hember vê helwêsta polîsan nîşan dide. Pişt re wî kumî bi xwe re dibe cihê Newrozê.
Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu got, “Polîs nexistina vî kumî bo hindir wek merîfetekê dibînin. Lê ev şermeke hûn dizanin. Metirsî dîtîna rengên kesk ûm sor û zer bihevre şermeke. Em vê yekê ji vê derê bo hemû raya giştî eşekere dikin. Ez ji vê derê bang li parêzarê Kocaelî jî dikim demildest dawî li vê sosretiyê bîne.
Ji bilî van roja Yekşemê di pîrozbahiyên Newrozê de li Stenbol, Mêrdîn, Wanê û Êlihê herî kêm 320 kes hatin desteserkirin.
Hincetên sereke yên destserkirin û astengkirinan jî gotina stranên Kurdî, bilindkirina Alaya Kurdistanê, hilgirtina puşî, ala û sembolên kesk û sor zer bûn.
Rudaw
