• Friday, 15 May 2026
logo

Nakokiyên Tirkiye û Amerîkayê li ser Sûriyê berdewam in

Gulan Media March 22, 2019 Nûçe
Nakokiyên Tirkiye û Amerîkayê li ser Sûriyê berdewam in
Nakokiyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de li ser mijara Sûriyê berdewam in. Her çende demek e ku ji ber bangeşeyê hilbijartinan hikûmeta Tirkiyê naxwaze ku mijar di rojevê de gerim bibe jî lê belê aliyên nêzîkî hikumetê dibêjin Amerîka dixwaze Tirkiyê lawaz bike û nakokiyên her du aliyan jî dê kûrtir bin.



Gotûbêjên Enqere û Washingtonê li ser devera aram li Sûriyê li cihekî asê mane ku Tirkiye dixwaze devera aram di bin kontrola Enqerê de be, lê hevpeymanên Kurd ên Washingtonê vê yekê qebûl nake, Koşka Spî jî dixwaze rêyeke çareseriyê ya navendî bibîne.



Parlementerê berê yê Tirkiyê Aykan Erdemir ji Rûdawê re diyar kir: “Hewlek ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî heye, lê wisa xuya nake ku welatên Ewropî daxwaza wan hebe ku bi hêza leşkerî beşdar bin. Niha herdû alî asê mane û di vê demê de mecala gotûbêjên mezin di navbera Amerîka û Tirkiyê de tine ye, ji ber ku aktorên xwecihî naxwazin Tirkiye biçe wê yekê, ji ber vê ji bo Washingtonê jî ku astengeke bi vî awayî hebe, hêsan nine bikare rêyeke navendî ya çareseriyê li gel Enqerê bibîne. Her çiqas Tirkiye dixwaze nîgeraniyên Tirkiyê ji hole rake jî, lê di heman demê de rijd e li ser parastina destkeftên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).”



Gellek aliyên nêzîkî hikûmetê herwiha piraniya xelkê Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku Tirkiye hemû kêşeyên heyî çareser bike dîsa jî amerîkayê helwesteke erênî li hember Tirkiyê nabe, ji ber ku Tirkiye di wê baweriyê de ye ku mijarên Sûriyê ji bo Amerîkayê hincet in û Amerîka dixwaze Tirkiyê lawaz bike.



Koordînatorê Peywendiyên Derve yê Navenda Nêrînên Stratejîk (SDE) Alper Tan ji Rûdawê re diyar kir: “Em weke Tirkiye li Sûriyê hemû daxwazên Amerîkayê bi temamî bicih bikin jî em nikarin Amerikayê razî bikin. Amerîka dê li cihekî din ji me re kêşeyeke din derxe, çi li rojavayê me, li rojhilatê me, li bakur û başûr be lê Amerîka dê her dem ji me re kêşeyan dirust bike, ji ber ku Tirkiye êdî ji xetê Amerîkayê derketiye.”



Di van mahên dawî de hem rayedarên Amerîkî û Tirkiyê û komisyonên hevbeş yên her du welatan çend civînek bo çareserkirina nakokiyan pêk anîne lê belê piraniya wan civînan heta niha jî bê encam mane.

Rudaw
Top