• Friday, 20 February 2026
logo

224 Kes di Newroza Stenbolê de hatin desteserkirin

Gulan Media March 20, 2023 Nûçe
224 Kes di Newroza Stenbolê de hatin desteserkirin

Parêzgeha Stenbolê ragihand, di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de, 244 kes hatin desteserkirin.

Duhî 19ê Adarê ahenga Newrozê bi beşdariyeke mezin li Qada Yenîkapiyê ya Taxa Fatîhê hat lidarxistin.

Piştî ahenga Newrozê hêzên ewlekariyê destêwerdana kesên ku dixwestin bi dirûşman bimeşin kirin û ew desteserkirin.

Parêzgeha Stenbolê derbarê desteserkiriyan de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, 244 kesên ku “bi qîrîna dirûşmên derqanûnî hewl dan pankart neqanûnî li herêmê daliqînin û îsyanê pêk bînin.” hatine desteserkirin.

 

 

K24

Top