• Friday, 20 February 2026
logo

Li Mêrdînê di pîrozbahiyên Newrozê de 35 kes hatin desteserkirin

Gulan Media March 20, 2023 Nûçe
Li Mêrdînê di pîrozbahiyên Newrozê de 35 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de 35 kes hatin desteserkirin ku hejmarek zarok jî di nav wan de ne.

Bi hatina Cejna Newrozê li piraniya navçe û parêzgehên Bakurê Kurdistanê çalakiyên  pîrozbahiyê ev çend roj in  destpêkirine. Lê li hinek navçeyên wek her sal îsal jî hemwelatiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê  di pîrozkirina Cejna Newrozê de bi hincetên cuda  rûbirûyî astengî, destserkirin û givaşa hêzên ewelekariya Tirkiyê dibin.

Li gor zanyariyan duh roja Yekşemê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê piştî pîrozbahiyên Newrozê hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û herî kêm  35 kes desteserkirin ku hejmareke zarok jî di nav de ne.

Hat ragihandin ku kesên destserkirî piştre bo rêveberiya ewlekariya Qoserê hatine birin û polîsan di dema destserkirinê de tûndûtîjî li hemberî wan bikaranîne.

Tê pêşbînîkirin ku kesên desteserkirî piştî karûbarên wergiritina îfadeyê bên azadkirin.

Hincetên sereke yên polîsan bo destserkirina welatiyên Kurd di pîrpzbahiyên Newrozê de bilindkirina ala Kurdistanê, hilgirtina puşî, al û sembolên kesk û sor zer têde û gotina slogan û stranên Kurdî ne.

Ne tenê li Bakurê Kurdistanê di pîrozbahiyên li metropol û bajarên Tirkiyê de jî welatî bi heman sideman tên destserkirin û duh di pîrozbahiyên Stenbolê de jî bi kêmanî 224 kes hatibûn destserkirin.

 

Rudaw

Top