• Friday, 20 February 2026
logo

Li 23 bajar û navendên cuda Newroz hat pîrozkirin

Gulan Media March 20, 2023 Nûçe
Li 23 bajar û navendên cuda Newroz hat pîrozkirin

i serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Yekşemê li 23 bajarên cuda pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Pîrozbahiyên îsal di bin siya karesatên erdhej û lehiyê de hatin lidarxistin. Tevî baranê jî li gelek bajaran pîrozbahî bi pêxistina agir û girtina dîlanê hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya herî mezin li Yenîkapi ya Stenbolê hat lidarxistin. Her wiha li Wan, Êlih, Îdir, Çewlig, Dêrsim, Mûş, Qoser a Mêrdînê, Gever a Colemêrgê, Tetwan a Bedlîsê û Bazîd a Agiriyê, Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mugla, Manîsa, Bursa, Balikesir û Gebze ya Kocaeliyê jî Newroz hat pîrozkirin.

Cejna Newrozê ya li Amedê dê 21ê Adarê roja Sêşemê bê pîrozkirin.

Wêne: Ragihandina HDPê

 

Rudaw

Top