Necmedîn Kerîm: Aheng a Newroz a dahatî li ser kel a Kerkûkê dibe.
Bi hilkevt a cejna Newrozê di gutarekê de li mihewer a Pirdê, Necmedîn Kerîm parêzgarê berê yê Kerkûkê pîrozbahî nerwzê li xelkê Kerkûk û Kurdistanê kir û ragehand: Li Newrozê pêdivîye ala ya Kurdistanê bihê hildan û tekez jî kir rojek dê bihê bi seerbilindî û serfirazî vegerrîn Kerkûkê.
Got jî: sal ên berê li ahang a Newroz Me hemû bajêr bi ala ya Kurdistanê di xemland lê evro jî tenê yek demjmêr rê didin bo ahengêrranê û divê sozê jî bidin ku tenê ala ya Kurdistanê di destê me de be û Em wê hilnadin.Piştî bi dawîhatin a wê ahangê jî divêt wan ala ya xwe li gel xwe vegerrînîn.
Parêzgar ê Kerkûkê got jî: Ew roj dê bihê ku Kerkûk vegerre hembêz a Kurdistanê û ji rewş a niha rizgar bibe.
Necmedî kerîm li dirêjî ya axivtin ên xwe ragehand: Ew ên digotin ala ya Kurdistanê tenê pateyeke em dibêjî wan ala ya Kurdistanê Ew alaye ku pêşmergeyan hildidan û li şerr ê dijî Daişê li jêr sîber a wê alayê berevanî ji Kurdistanê dikir. Pêdivîye ew kes ên pişikdarî di radestkirin a Kerkûkê kirin daxwaz a lêburînê ji Dayîk, hesver û zaro yên şehîdan bikin. Divê veparrên li vî axî û wî maç bikin ku wan çi bi ser anîye û sivkatî bi xelk ê vî bajêrî dihê kirin û wek mirovek kêmtir ji ple dû reftar li gel wan dihê kirin.
Di pişkek a dî ya gutar xwe de Necmedîn Kerîm got: Li jêr sîber a Pêşmerge û xwîn a şehîdan Em soz û peyamn didin heya em di jîyanê de bîn berevanî yê li Kerkûkê bikîn û waz nehînîn heya evî bajêrî rizgar dikin.
Her di gotar a xwe de got: bi hilkevt a Newroz ê Ez destxweşîyê û pîrozbahîyê li serok Mesûd Barzanî dikim û destxweşîyê li Nêçîrvan Barzanî, serok ê hikumet a Kurdistanê û heval ên wî dikim ku li wan kawdan ên dijwar, şîya Herêm a Kurdistanê bigehîne lêvarek a tenah û aram û hêvî dixwazim hikumet a nû bi hêz be bi serokatî ya rêzdar Mesrûr Barzanî .
Di peyva xwe ya dawîyê jî got: Bi piştîvanî û anehî ya Xuday aheng a Newroz a sal a dahatî li ser kel a Kerkûkê dê dê bibe.
K24
