• Friday, 20 February 2026
logo

Berf çend bajarên Bakûrê Kurdistanê spî kir

Gulan Media March 20, 2023 Nûçe
Berf çend bajarên Bakûrê Kurdistanê spî kir

Pêleke bixor ya baran û berfê Kurdistan vegirtiye.

Li gor dêmenên belavbûyî, jiber barîna berfeke zêde, her yek ji bajarên Colemêrg, Mûş û herêm û navçeyên derdor, berfeke gelek zêde bariye û ev derên han spî bûne.

 

Ji aliyeke din ve hîn jî li gelek deverên Bakûrê Kurdistanê rêyên ku, jiber barîna berfê di zistanê de hatibûn daxistin nehatine vekirin.

Meterolojî jî baldarî li ser vê yekê dide ku, barîna berf û baranê li Bakûrê Kurdistanê berdewam dibe.

 

Weke tê zanîn beriya çend rojan jiber barîna barana bixor li Urfa, Adiyeman, Meletî û Batmanê jî lehî rabibûn.

Top