Xelkê Efrînê bi agirê Newrozê bersiva dagîrkarîyê da
Li goreyî girte vîdyoyekê, serbarî hemû astengên Tirkiyê li saxkirina bîrewerîya Newrozê û sersala kurdî, îro xelkê Efrîna dagîrkirî ya rojavayê Kurdistanê ji aliyê supayê Tirkiyê û çekdarên bi ser ve bi helkirina agirê Newrozê li ser banên xaniyên xwe bersiva wê dagîrkariyê da.
Efrîn ew bajarê Kurdistanî ye, yê ku berîya çendîn rojan salek bi ser dagîrkirina wê da bûrî û supayê Tirkiyê pîrozkirina Newrozê û gêrana ahengan lê qedexe kirî.
Waar.tv
