• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel balyozê Îtalyayê civiya

Gulan Media March 19, 2023 Nûçe
Serokê herêmê li gel balyozê Îtalyayê civiya

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Îtalyayê hate kirin.

Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê Maurizio Greganti kir.

Di civînê de giftûgo li ser pêşde birina têkiliyê Îtalyayê yên li gel Kurdistan û Îraqê hate kirin û tekez li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rixmî spasî kirina Îtalyayê bo piştîvaniyên berdewam bo Îraq û herêma Kurdistanê, derbarê kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê de jî diyar kir ku, niha rewşeke baş di navbera her du aliyan de heye û pêngavên ku, heta niha ji aliyê hikûmeta nû ya federalî ve jî hatine avêtin başin, Bexda hevbeş û hevparê Hewlêrêye lewre ji bilî çareser kirina kêşeyan û baştir kirina têkiliyan ti bijardeyeke din li berdem Bexdayê de tuneye.

Di berdewamiya civînê de balyozê Îtalyayê hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya meha Sibatê li gel wezîra derve ya Îtalyayê bi girîng wesif kir û anî ziman ku, çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê dibe sedem daku, civaka cîhanî zêdetir berê xwe bide Îraq û herêma Kurdistanê û hêlbirîna biyanî jî li Îraq û herêma Kurdistanê zêdetir bibe.

 

Top