Demirtaş bersiva Serokê RTUKê da
Piştî ku Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) Ebubekir Şahîn bi sedema ku pesnê Demirtaş daye derbarê Halk TV de got “Hûn nikarin pesnê kesek bi doza endamtiya terorê tê darisandin bidin” Selahatîn Demirtaş bersiva wî da û got “Ez bi doza endamtiya rêxistinê nayên darizandin.”
Pêşkêşvanê Halk TV Serhan Asker, di dema bernameya zindî ya ji navçeyên erdhejê pêşkêş dike, di bernameya li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê pêşkêş kirî de behsa pirtûka Demîrtaş ya bi navê “Dad” Kiriye û gotiye pirtûkeke gelek baş e.
Piştî wan gotinên wî pêşkêşvanî Serokê RTUK Ebubekir Şahîn ragihand ku wan derbarê wê kanala televizyonî de dest bi lêkolînê kiriye.
Şahîn li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîsiye: “Demekê de ku hilbijartin nêzîk dibin û hişyarî bo ragihandinê hatine dayîn, ew weşanên Halk TV yên pirovakatîf nayên qebûlkirin. Kes nikare welatê me wek dagirker bi nav bike, nabe pesnê kesekî ku bi doza endamtiya rêxistina terorê tê darizandin bê dayîn. Dest bi lêkolînên pêwîst hatiye kirin.”
Piştê wê Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş yê ku ji 2016ê ve di girtîgeha Edirnede girtiye li ser hesabê xwe yê Twiter bersiva Şahîn da û nivîsî: “Zilamê vala, derbarê min de doza bi endamtiya rêxistinê tuneye! Derewan neke. Ev 7 sal e hûn min di hucereyeke 12 metreyî de digrin lê dema navê min derbas dibe agir bi delinga we dikeve. Ji ber em gelin û mafdarin. Tu û patronên te heta qirikê ketine nav tawanan hûn Tirsonek in!”
Rudaw
