• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir

Gulan Media March 19, 2023 Nûçe
Serok Barzanî peyameke    serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî bi minasebeta koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Arif Ebû Zêd peyameke serxweşiyê belav kir.

Di peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Bi dilekî xemgîn min nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê dilsoz ê Şoreşa Îlon û Gulanê (Arif Ebû Zeyîd) bihîst. Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbat û kesukarên we dikim û xwe bi hevbeşa xema we dizanim.

“Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê nemir Arif Ebû Zeyîd bi behişte şad bike û sebr aramiyê bide her kesî.’’

Top