PDK û YNK: Civîna me ya serkeftîbû
Berdevkê YNKê Letîf Şêx Omer di civîneke çapemeniyê ya piştî hevdîtina şandeyên PDKê û YNKê de ragehand: ‘’Pêş çavê me ronî ye û civînên me dê berdewam be û înşala emê bigehin armanca xwe.’’
Herwaha endamê şandeya PDKê Dilşad Şehab jî spasiya pêşwaziya YNKê kir û ragehand: ‘’Civîna me yek ji civînên serkeftîbû. Bi başî behs li ser tercûmeya rêkeftina siyasî û pêkve karkirinê hate kirin û pêngavên baş hatin avêtin.’’
Herwaha got: ‘’Dibe naha em hemû li benda encaman bin, yan jî li ser paye axaftinê bikin. Lê prose dê berdewam bike û piştî cejna Newrozê guftûgoyên me dê berdewam bikin.’’
Waar.tv
