• Friday, 20 February 2026
logo

Balyoz û nûnerên welatan ji bo beşdariya boneyên Adar û Newrozê têne Hewlêrê

Gulan Media March 18, 2023 Nûçe
Balyoz û nûnerên welatan ji bo beşdariya boneyên Adar û Newrozê têne Hewlêrê

Balyoz û nûnerên 123 welatên cîhanê ji bo beşdariya boneyên Adar û Newrozê têne Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê ragihand, di demjimêr 11:00ê îro de balyozên 40 welatan û nûnerên 83 welatên din ji bo beşdariya boneyên meha Adarê û Newrozê digihin Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, nûner û balyozên welatan, ji bo firavînê mêvanên Serok Mesûd Barzanî dibin û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve jî şîva êvarê ji bo wan tê rêkxistin.

 

K24

Top