• Friday, 20 February 2026
logo

Embareke kartolan hilweşiya; herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 18, 2023 Nûçe
Embareke kartolan hilweşiya; herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan

Li Hindistanê ji ber hilweşîna banê embareke kartolan herî kêm 14 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li gorî medyaya Hindistanê, hilweşîna banê embarê ji ber wê bûye ku hejmareke zêde ya telîsên kartolan li ser bûye.

Bûyer li Herêma Uttar Pradesh a bakurê Hindistanê qewimî. Wêne û dîmen nîşan didin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li kesên di bin embara hilweşiyayî ya kartolan mane de digerin. Polîsên herêmê diyar kirin ku embar berî sê mehan bêyî destûr hatiye çêkirin.

Her wiha polîsan diyar kir ku stûnên embarê li ber barê giran ê telîsên kartolan nikarbû li ser pêyan bimînin. Rayedaran diyar kirin ku 4 birîndaran li nexweşxaneyê tên dermankirin û 6 kes birîndar jî hatine vegerandin bo malên xwe.

Alîkarê Mufetîşê Giştî yê Polîsan Şalab Matur diyar kir ku lêgerîna kesên sax berdewam dike û gihîştiye qonaxa dawî. Şalab Matur diyar kir ku bûyer bi dema Hewlêrê di demjimêr 08:30an de qewimiye.

Serokwezîrê Herêma Uttar Pradesh Yogi Adityanath serdana birîndarên li nexweşxaneyê kir û got ku kesên ku mexdûr bûne dê werin qerebûkirin.

Li gorî Berdevkê Serokwezîr, dê ew 2 hezar û 500 dolaran bidine malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane û birîndar jî dê 600 dolaran werbigirin.

 

Rudaw

Top