Rejîma Îranê rê nade Kurd cejna Nerozê pîroz bikin
Li gor jêderên taybetî li bajarê Melekşahî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê û herwiha li bajarê Şino û çend bajarokên din yên derdorê, spaha pasdaran, amadekariyên Kurdan jinav biriye û tiştên ku bo agir pêkirinê hatibûne kom kirine biriye û li cîheke din şewtandiye.
Jêder behsa vê yekê dikin li seraserê Rojhilatê Kurdistanê hêzên ser bi spaha pasdaran û besîca Îranê digerin û xelkê hayedar dikin ku nabe Newrozê pîroz bikin.
