• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Lazime qerebûya Helebceyê were kirin

Gulan Media March 16, 2023 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Lazime qerebûya Helebceyê were kirin

Peyamek derbarê 35mîn salvegera kîmiyabaran kirina Helebceyê de belav kir.

Serok êherêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bo bîranîna 35 saliya kîmiyabaran kirina Helebceyê belav kir  ku, naveroka peyamê wisaye;

Di 35. salvegera kîmyabarana Helebceyê da em şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Silav li giyanê paqijê wan bin û ji malbatên şehîdan ra silavan dişînîn.

Kîmyabarana Helebçeyê xala şermezarî û rûreşiyê ye bi nav çavên tawanbaran ve û li cîhanê jî nasname û şahidiya bindestiya gelê Kurdistanê ye. Di nav çend deqeyan da jiyan ji pênc hezar mirovên bêguneh, ji xweza û her tiştî stand. Bi hezaran kes birîndar kirin û koçber kirin, lê nekarî îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê bişkîne.

Gelê Kurdistanê bi bîranîna vê karesatê dê bîne bîra nifşên îro û tevahiya cîhanê ka ji bo azadiyê çi qûrbanî dane. Herwesa, cîhan û mirovahiyê têxe bin erkekî exlaqî û mirovî ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku tawanên bi vî awayî li tu derên cihan dubare nebin.

Bi vê minasibetê em spasiya Hikûmeta Federal ya Iraqê û hemû aliyên peywendîdar yên Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku proseya biparêzgehkirina Helebceyê temam kirin. Em tekez dikin ku xelkê Helebce û Helebceyiyan di hemû waran da zêdetir pêwîstî bi xizmetguzariyan heye. Divê xemsarî neyê kirin û li gor biryara dadgeh û yasayê bêne qerebukirin.

Dema em vê karesta trajîk û qurbaniyên wê bi bîr tînin, em bi hêvî û umêd li paşerojeke baştir ji bo neviyên xwe dinêrîn. Ji bo parastina destkeft û mafên destûrî û statuya federaliya Herêma Kurdistanê em dê bi îsrar li ser kar û xebatên xwe yên ji bo yekrêzî, biratî û pêkvejiyanê berdewam bin.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

16.03.2023

Top