John Bolton: Tirkiyê pirsgirêkan çêdike
Di kongreyeke rojnamevanî de John Bolton ragehand ku, kirîna Tirkiyê ji sîtema S-400 bo me pirsgirêkeke mezine û nabe ew sîtemem li hemberî wergirtina balefirên F-35 hebe.
Herwiha Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerika da zanîn ku, Tirkiyê endama NATOyê ye û pêwîste alîkarê hevpeymanên xwe be.
John Bolton di daxûyaniya xwe de aşkere kir ku, Tirkiyê di kirîza Sûriyê de jî pirsgirêkan bo wan çîdike.
Berî niha Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragehandibû ku, ew çaverêya wê yekê dikin di demeke nêzîk de balefirên F-35 an ji Amerika wergirin.
Basnews
