• Sunday, 15 February 2026
logo

Îran cezaya 16 sal girtîgehê da sê welatiyên Kurd

Gulan Media March 19, 2019 Nûçe
Îran cezaya 16 sal girtîgehê da sê welatiyên Kurd
Li gor jêderên taybetî li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha şoreşê ya Îranê şaxê Merîwanê, bi tawana endam bûn di nava partiyeke Kurdî de cezayê 16 sal girtîgehê daye sê welatiyên Kurd yên ku şêniyên gundê Nê ya ser bi Merîwanê ne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku du ji wan girtiyên Kurd her yek bi 5 salan û girtiyeke din jî bi 6 sal cezayê girtîgehê û veguhastina wan bo parêzgeha Sîstan û Belûçistan ya li Başûrê Îranê hatine mehkûmkirin.

Top