Siyasetmedarekî Iraqê: Berhem Salih ne nûneratiya Kurdan dike û ne jî ya Iraqê
Di daxuyaniyekê de bo BasNewsê Siyasetmedarê Iraqê Mîsal Elûsî behsa hevdîtina Berhem Salih li gel nûnerê Serokê Amerîka di hevpeymaniya li dijî DAIŞê dike ku, tê de Lahor Cengî amade bûbû dibêje ku, Serokkomar dikare bangî her kesekî bike di civîna xwe de bi wî mercê ku, ew kes giring be lê gelo amadebûna Lahor Cengî di civîna Berhem Salih ya li gel nûnerê serokê Amerîkayê giring bû? Yan Berhem Salih dixwaze ji partiya xwe û gruba re serokatiya komarê bike bazara rêklamkirinê herwiha ji berjewendiyên xwe re.
Mîsal Elûsî got ku, Berhem Salih dixwaze navmala partiya xwe li ser hisabê Iraqê rêkbixe em niha bi aşkere vê rastiyê dibînin ku, Berhem Salih ji xwe re li Bexda kar li ser pêkanîna lobîyekî dike , tenê ji xwe re ne ji bo Kurdan û ne jî bo partiya xwe tenê bo xwe dike.
Basnews
