• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hewayekî erênî û hewldaneke cidî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Gulan Media March 15, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hewayekî erênî û hewldaneke cidî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê 14ê Adarê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir.

Piştre di civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku keşeke erênî û hewldaneke cidî heye ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta federal, herwiha diyar kir ku eger niyet û xwast û îrade hebe, dikarin hemû pirsgirêk werin çareser kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Iraqê kir ji bo karkirina li ser çareserkirina kêşeyên hilawestî, bi taybetî pesnê pejirandina projeyasaya budceya federalî da, ku bi hevkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal hat amadekirin, hêvî jî xwest ku parlamentoya Iraqê jî, di demeke herî nêz de vê projeyasayê weke xwe pesend bike.

Mesrûr Barzanî herwiha destxweşî li Serokwezîr û Kabîneya Hikûmeta Iraqê kir, ji bo temamkirina rêkarên parêzgehbûna Helebceyê, bi wê hêviyê ku bibe destpêkek ji bo kêmkirina êş û janên nişteciyên Helebceyê.

Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser wê yekê kir ku derfeteke baş û vîn û xwasteke me ya bihêz heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya destûr û rêkeftina aliyan bo pêkanîna hikûmetê de.

Di civînê de ku di hewayeke dostane de birêve çûye, li ser çendîn mijaran gotûbêj hatiye kirin, ji wan; girîngiya amadekirina herdu projeyasaya Dadgeha Bilind a Federal û yasaya petrol û gazê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê weke xwe û derçûna hêz û milîsên çekdar û asayîkirin û avakirina navçeyê, qerebûkirina ziyandîtiyên destê rejîma Be'sê li gor destûrê, bi taybetî malbat û kesûkarên şehîdên kîmyabaranê û enfalkiriyan û herwiha pêşvebirina hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê.

 

Basnews

Top