• Saturday, 14 February 2026
logo

Komîsyona Mafê Mirov a Iraqê: 76 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin

Gulan Media March 19, 2019 Nûçe
Komîsyona Mafê Mirov a Iraqê: 76 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin
Li gor amarên Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan li Iraqê, heta naha li sînorê qeza Şingal û derdora wê 76 gorên komî hatine dîtin.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Bilind a Mafên Mirov li Iraqê, bi zimanê komîsyarê wê saziyê û endamê lijneya gorên komî Fatin Ebdulwahîd ragehand, bi giştî gorên komî yên Şingalê 76 gorên komî ne, ku 9 ji wan gorane çend rojên borî de hatine dîtin û ewên din jî piştî nemana DAIŞê ya li navçeyê hatine dîtin.

Herwaha ragehand, di dema dagirkirina Şingalê ya ji aliyê DAIŞê ve, ew kesên bêtewan hatine şehîd kirin û piştre di wan gorên komî de hatine veşartin û naha dest bi vekirina wan gorên komî hatiye kirin, bi taybet li sînorê gundê Koço yê ser bi Şingalê, ku sê gorên komî hene û tenê li wî gundî zêdetirî 300 kurdên êzdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîd kirin.

Waar.tv
Top