• Friday, 20 February 2026
logo

Li Mereşê erdhejek bi hêza 4.7 pile çêbû

Gulan Media March 14, 2023 Nûçe
Li Mereşê erdhejek bi hêza 4.7 pile çêbû

 Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke nû bi hêza 4.7 pile çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro Sêşemê 14ê Adara 2023an demjimêr 9:47 deqe erdhejek bi hêza 4.7 pile li navçeya Goksunê ser bi parêzgeha Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bin erdê bûye û li parêzgehên derdorê jî hest pê hatiye kirin.

Di heman demê de îro du erdhejên din jî bi hêza 3.9 pile li dû navçeyên Semsûrê û Meletî yên Bakurê Kurdistanê çêbûn.

Li gor AFADê ji erdheja 6ê Sibatê û heta niha 17 hezar paşlerze û erdhej çêbûne.

Top