• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Sinûnê 5 endamên YBŞ canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Li Sinûnê 5 endamên YBŞ canê xwe ji dest dan
Li gor jêderan, direngiya şeva derbasbûyî di navbera hêzên artêşa Îraqê û endamên YBŞ de li Sinûnê şer û pevçûn qewmiye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku şeva derbasbûyî hijmareke endamên YBŞ li Şingalê serdana navendeke leşkerî ya artêşa Îraqê a li Sinûnê kirine û xwestine ji Îraqê derbasî Sûriyeyê bibin lêbelê artêşa Îraqê rê nedaye wan û di navbera wan de şer qewmiye.

Komîteya ragihandina şer ya artêşa Îraqê eşkere kiriye ku di encama şerê han de 5 endamên YBŞê û 2 leşkerên Îraqî canê xwe ji dest dane.

Top