• Friday, 20 February 2026
logo

Tenê weşanxaneyek ji Rojavayê Kurdistanê di pêşangeha Hewlêrê de beşdar e

Tenê weşanxaneyek ji Rojavayê Kurdistanê di pêşangeha Hewlêrê de beşdar e

Li pêşangeha Pirtûkan ya Navdewletî li Hewlêrê tenê weşanxaneyek ji Rojavayê Kurdisrtanê beşdar e û ew jî Weşanxaneya Şilêr a navenda wê Qamişlo ye.

15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî li Hewlêrê berdewam e û ji Rojavayê Kurdistanê jî tenê ye weşanxane têde beşdar e.

Weşanxaneya Şilêr a Rojavayê Kurdistanê ku berî 7 salan dest bi kar kiriye, bi nêzîkî 70 navnîşanên cuda yekem car e beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî li Hewlêrê dibe.

Nûnera Weşanxaneya Şilêrê Zara Mihemed dibêje: “Pirtûkên me têkildarî felsefe, dîrok, wêje, roman, romanên felsefî, lêkolînên felsefî û helbest in. Piranî pirtûkên me yên Erebî têne firotin, lê hinek Kurdên me yên Rojavayê Kurdistanê yên li vê derê dijî tên pirtûkên Kurmancî yên bi tîpên latinî dikirrin.”

Ji bilî Weşanxaneya Şilêr, 3 weşanxaneyên din li Rojavayê Kurdistanê hene, hemûyan jî hejmarek ji berhemên xwe li gel Weşanxaneya Şilêr şandine.

Herwiha ji Sûriyê jî 24 weşanxaneyên ji deverên cuda di 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî li Hewlêrê de amade ne.

Weşanxaneya El Qelem ji Şamê hatiye Hewlêrê û berhemê 56 salên karê xwe pêşkêşî xwendevanan dike. Ew weşanxane bi nêzîkî 400 navnîşanan beşdar e.

Rêveberê pêşangehan li Weşanxaneya El Qelem Ebdulrehman Hac Elî jî got: “Bi rastî Hewlêr taybetmendiya xwe heye, ji ber ku çanda wê cuda ye ji yên welatên Erebî, lê xwendevanên wê gelekî rewşenbîr in û dixwînin. Piraniya xwendevanên tên seredana weşanxaneya me dikin, fêrxwazin, lewma em herdem hewl didin bi navnîşanên cuda beşdar bin, herwiha divê em taybetmendiya xwendevanê her welatekî li gor çanda wê li ber çav werbigrin, ji ber ku hinek heza wan li romanê heye û hinek li kulterê yan jî pirtûkên ayînî yan jî dîrokê heye.” 

 

Rudaw

Top