Li Efrînê Newroz tê qedexekirin
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serok Encûmena Bajarokê Mabata, Ebdulmitelib Şêx Nasan ve hatiye îmzekirin, hatiye ku roja çarşemê, 20ê Adarê tu bênvedan tune.
Li gor daxuyaniyê, ku bi herdu zimanên Erebî û Tirkî hatiye belavkirin, di wê rojê de hemû saziyên fermî dê bi şêweyekî asayî kar bikin.
Her li gor daxuyaniyê, roja 21ê Adarê û rojên din jî, rê nayê dayin ku welatî ji bo cejna Newrozê xwepêşandan, meş, şewitandina tekeran û şahî bikin.
Ev daxuyanî, piştî wê yekê hatiye ku tevahiya Encûmenên Xwecihî li herêma Efrînê, di daxuyaniyeke hevbeş de, tekez kiribûn ku dê cejna Newrozê li herêmê bê pîrozkirin.
Waar.tv
