• Sunday, 15 February 2026
logo

Hunermend Serdar Ehmed koça dawî kir

Gulan Media March 18, 2019 Nûçe
Hunermend Serdar Ehmed koça dawî kir
Îro Yekşeme hunermendê navdarê kurd Serdar Ehmed di temenê xwe yê 74 salî de li bajarê Koya koça dawî kir.

Serdar Ehmed li ser amûra mûzîkê Nay û Filot lêdixist, herwiha serokê tîpa Bawac ya Koya bû, çendîn kes li ser destê wî waneyên mûzîkê wergirtin û yek ji mûzîk jenên kurd ên navdar û xwedî ezmûn tê naskirin.

Derbarê mirina hunermend Serdar Ehmed mûzîkjen Jenyar Nûner ji BasNewsê re nûçeya koçkirina wî piştrast kir û got ku, Serdan Ehmed mamostayê wî û çendîn muzîkjenên din bû mirina wî xusareteke bû di biwarê mûzîkê.

Serdar Ehmed xelkê bajarê Koya ye û li sala 1945 ji dayîkbûye zêdeyî50sale di biwarê hunerê de kar dike û yek ji damezrênerên tîpa Bawacî ya Koya.

Basnews
Top