Şanda hevpeymanan û wezareta pêşmerge civiyan
Di civînê de ku Cîgirê Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê têde beşdar bû, behsa hewldanên heyî yên bo reform û yekxistina wezareta pêşmerge hate kirin û şanda mêwan piştgîriya xwe bo reformên nava wezareta pêşmerge û yekxistina wezaretê diyar kir.
Her di heman civînê de behsa çawetiya yekxistina hêzên yekîneya 70 û 80 û herwiha çawetiya domandina perwerde kirina hêzên pêşmerge hate kirin.
